Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên Îraqê berdewamin

13:27 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xelkê Îraqê di çendîn bajaran de, xwenîşandanên nerazayetiyê berfireh lidar xistin.

Roja Yekşemî, 12ê Tîrmehê di çendîn bajarên Îraqê de xwenîşandanên nerizayetiyê lidarxistin û di hindek cihan de bi daxistina rêkan nerizayetiya xwe li hemberî gendelî û pirsgirêka berqê de nîşan dan û di hinek cihan de xelkê xwenîşander rastî gulereşandina hêzên dije şoreş yên Îraqê hatin û hejmarek, birîndar û kuştî lêketine.

Li bajarê Besrê di şeqama sereke ya vî bajarî ya bi navê “Bexdad”ê de, hejmareke zêde ya xelkê li ser qutbûna berqê kombûnên nerizayetî, agirbedane tekeran û daxistina wê xiyawanê, nerizayetiya xwe nîşan dan.

Hejmarek ji xane nişînkirî yên “Rifha`I” yên parêzgehên “Besre, Hille, Necef û Kerbela”yê ku xwe gihandibûne başûrê bajarê “Bexda yê”, xwenîşandanên nerizayetî lidar xistin ku, rastî êrîşa hêzên dije şoriş yên Îraqî hatin û pêka hindek ji çavkaniyan, zêdetir ji 2 kesan hatine kuştin û 20 kes birîndar bûne û 15 kes jî hatine binçavkirin.