Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên Îraqê de dehan Kes hatine kuştin û Birîndar kirin

16:46 - 20 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Li bajarê Nasirîye, Bexda, Necef, Dîwaniye, Babul û çendin Bajarên dine, xwenîşanderan êrîş kirne ser demûdezgehên hikûmetî û bi taybetî binke û barigehên aliyên girêdayî bi Îranê we û Rêkên serekî girêdan.

Li bajarê Nasirîya xwenîşanderan pireke serekî girêdan.

Jêderên saxlemî û ewlekarî yên Îraqî ragihandin ku di xwenîşandanên Roja Dûşemiyê, 2 polîs û 6 xwenîşander di encama pevçûnan de hatine kuştin, bi dehan xwenîşandarên din jî birîndar bûn.

Li Meydana Tahrîrê ya Bexdayê, xwenîşandaran bi bombeyên Agir û bi keviran êrîş kirne ser hêzên hikûmetî û wan jî bi gaza rondikîner û Narîncokan bersîva xwenîşandaran dan.

Rêvebirîya Polîsê Bexdayê got, hêzên emnî hemî rêyên ku ji alîyê xwenîşanderan we hatibûne girtin, jinûve vekirin û bi sedema pevçûnan li Meydana Tehrîrê  dehan kes hatin birîndar kirin.

Dîsa, li bajarên wek Nasirîye, Kerbela û Imarê jî bi hezaran xwenîşanderan bi şevitandina Tekeran Rêkên hatûçunê qut kirin.

Di xwenîşandanên Îraqê de, ku di 1'ê Cotmeha 2019ê de destpê kiriye, heta niha pirtir ji 450 kesî hatine kuştin.

Xwenîşander li hember hejarî û bêkarî û destêverdana Îranê li Îraqê de, li kolanan in û daxwaza guhertina sîstema sîyasî ya Îraqê dikin.