Roja Çarşemî 18`ê Gulanê, xwenîşandan li parêzgehên weke, “Çarmihal û Bextiyarî, Îsfehan, Fars, Ehwaz û çendîn cihên din” berdewam bûn.
Roja Çarşemî 18`ê Gulanê, li bajarê “Dizfûl”ê li parêzgeha “El-Ehwaz”ê, hêzên întizamî ên rejîmê li dijî xelkê bêzarbûyî hatine li ser şeqaman û hewldan ku xwenîşandanên nerazîbûnên xelkê serkut bikin.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ji “tîpa 292 a Zirêpoşa Dizfûlê” û hemû hêzên bejayî ên Artêşa rejîmê re destûr hatibû dan ku, li demjimêr 8`ê şevê di nav bajar de belav bibin û rê ji xwenîşandanên nerazîbûnê yên xelkê bigrin.
Piştire hêzên rejîmê êrîşkirine li ser xelkê nerazî û dinavbera wan de şer û pevçûn qewimiye û di encamê de jî, 29 kes ji hêzên rejîma Îranê birîndar bûn.
Piştî vê bûyerê, lezgîniya hêlên înternetê û pêwendîgirtinê di vê parêzgehê de, ji aliyê rejîmê ve hatiye lawazkirin.
Di parêzgeha Çarmihal û Bextiyarî”yê de, rejîma Îranê bo rawestana li hemberî xelkê nerazî de ku bi sedema bilindbûna nirxan û destnekevtina hewcehiyên jiyanê hatibûne ser şeqaman, tank û zirêpoşên şer anîne nav şeqaman.
Di çend rojên derbasbûyî de, di piraniya bajaran de, bi taybet li bajarê “Şehrê Kurd”, xwenîşandan bi rê ve çûne û li dijî rêberê rejîmê “Elî Xamneyî” û serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” silogan qîrandine.
Di parêzgehên Fars û Îsfehanê de xwenîşandanên nerazîbûnê berdewam bûn û bi taybet li bajarê “Gulpaygan”ê bi qîrandina siloganên li dijî rêberê rejîmê “Elî Xamneyî” civînên nerazîbûnê hatin lidarxistin
Hevdem li roja Çarşemî 18`ê Gulanê, serdozgerê giştî yê rejîma Îranê “Mihemed Ce`ifer Muntezirî” di nîşandana bertekê li hember pêvajoya nerazîbûnan de, xelkê nerazî bi “têkdana ewlehiya civakê” tawanbar kir û ji tev serdozgerên rejîmê yên tev bajaran re destûr daye ku, bi dijwartirîn şêwaz digel nerazîbûnan reftarê bikin.