Xwenîşandanên seranserî yên li dijî rejîma Îranê yên bi sedema bilindbûna nirxan û rewşa jiyana xelkê û herwisa gendelî û kêr nehatîbûna berpirsên rejîmê berdewam in.
Di berdewamiya xwenîşandanên sersanserî ên li dijî rejîma Îranê, di çendîn bajaran de bitaybet li bajarê “Şehrê Kurd”a girêdayî parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” yê de xwenîşandan tevî tundûtijiyên hêzên leşkerî û ewlehiyên rejîmê berdewam in û xelk li dijî rejîma Îranê siloganan diqîrînin û herwisa hêla înterneta çendîn bajaran jî qut bûye, an lezgîniya vê bi qasî kêm kirine ku nayê bikaranîn.
Tevî gefên dezgeha Dad a rejîma Îranê û milîtarîze kirina çendîn bajaran û herwisa serkutkirina xelkê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran, hêza întizamî û hêzên ewlehiyê yên rejîmê ve, xwenîşandanên seranserî li dijî rejîma Îranê berfirehtir bûne.
Di bajarê “Şehrê Kurd” de hêzên rejîma Îranê êrîşî li ser xelkê kirine û xelkê xistine, û pêka amarên nefermî heta niha bi sedema teqeya hêzên rejîmê 5 kesan cane xwe jidest dane.
Herwisa li bajarê Hefşencanê xelkê carek din êrîş kirine li ser binkeya besîcan.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti amarek serast li derheq kuştî, birîndar û binçavkiriyan nehatine belavkirin lê, behsa kesek bi navê “Seadet Hadîpûr” hatiye kirin ku, bi teqeya hêzên rejîmê li bajarê “Hefşecanê”canê xwe ji dest daye.