Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî di Îranê de berdewam in

12:19 - 18 Tebax 2020

Roja Dûşemî, 17ê Tebaxê, kedkarên şirketa Heft tepe, mangirtina kedkarên pîşeya neft û petrokîmiya û berdewamiya kombûnên nerizayetî yên “Hêpko” û herwisa mangirtina 72 hepsiyên siyasî di bajarê Tehranê de hatine lidarxistin û  kedkarên palavtingeha “Parisyan” li “Lurstanê”, nerizayetiyên xwe dane xuya ku heya mafên xwe bi dest neynin, dê mangirtinên xwe bidomînin.

Xwenîşanderên şirketa “Heft Tepe” 64emîn ku roj e ku kombûna nerizayetiyên  lidar xistine û kedkarên wê şirketê ragihandine ku heya gihîştin bi daxwazên xwe û qutkirina destê pişka teybet a wê şirketê, dê xwenîşandanên xwe berdewam bikin.

Kedkarê Şirketa “Hêpko” bi sedema rohnnebûna rewşa karên wan û bikêrnehatina berpirsan û paşketa heqdestan û berçavnegirtina xwest û hewcehiyê wan ji aliyê berpirsan ve, xwenîşandana xwe berdewam kirin.

Di 17ê tebaxê de, di 23 bajarên Îranê de, xwenîşandan û kombûnên nerizayetî yên kedkarên neft û petrokîmiyê 17 roj e ku berdewam e.

Xwest û hewcehiyên wan xwenîşanderan ji aliyê berpirsan ve hatine piştguhavêtin.