
Xwenîşandanên qatên cuda cuda di Îranê de berdewamin û xwenîşander li ser daxwazên xwe micidin.
Xwenîşandanên nerizayetî di Îranê de roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibin û bi derbasbûna dem û cîbecînebûna daxwazên wan ji aliyê rejîma Îranê ve, ew xwenîşander li ser daxwazên xwe micidtir û pêdegirtir dibin.
Kedkarên kompaniya “Heft Tepe di 18 emîn roja xwenîşandana nirizayetiya xwede, berdewamin û di xiyawanên bajarê “Şûş”ê de xwenîşandana nerizayetiyê lidar xistin û diruşma “bimre Rûhanî” û “Dizî ret be, pirsgirêk dê çareser be” didan.
Werzêrên Erakê, ajotwanên tankerên Avê di bajarê Bûşêhrê, operatorên “Berqa Fişar Qewî” di parêzgehên “Kirmaşan, Sine û Îlam”ê, kedkarên “cihên kesk a Karûn” ê, kedkarên bajêrwaniya Bêhbehanê , peresdarên bajarê Meşhedê, kombûn û xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin
Di bajarê Meşhedê de hêzên rejîma Îranê êrîşî ser wan peresdaran kirin û piştî kutan û lêdana wan, hindek ji wan binçavkiribûn ku pişti demekê ew berdabûn.
Paşketina heqdestan, dizî û gendeliya Îdarî û berçaw negirtina xwestên wan ji aliyê rejîmê ve janeke hertimî ya kedkar û karkerane.