Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerîzayetî di Îranê de berfirehtir dibin

12:59 - 3 Tebax 2020

Xwenîşandan û kombûnên nerizayetî yên kedkaran di Îranê de berdewam e û bi sedema nedana mûçe û heqdest û piştguh avêtina pirsgirêkên wan, rojane ew kedkarane têne ser şeqaman û xwenîşandanê dikin.

Roja Duşemî, 3ê Tebaxê, xwenîşandanê nerizayetî yên mamostayan, kedkarên palavtingeha “Mahşehr, kedkarên şirketa “Têhran Hîno”, kedkarên şirketa “Heft Tepe”, kedkarên palavtingeha “Cifîr”, kedkarên palavtingeha gaz a “Parsê Cinûbî”, kedkarên palavtingeha “Lamerd” û kedkarên palavtingeha “Qişm”ê, hate lidarxistin.

Heyameke zêdeye ku bi awayekî berfireh xwenîşandana wan kedkarên nerazî zor bi roj zêdetir û berfirehtir dibe.

Herwisa di bajarê “Stokholm” a welatê Sûîdê de jî, bona piştevanî ji xwenîşandanên kedkarên şirketa “Heft Tepe” ku zêdetir ji 50 roje berdewam e, kombûnek hate lidarxistin û herwisa di wê xwenîşandanê de îdamkirina neraziyên meha Xezelwerê jî, şermezar kirin.  

Nedana mûçe û heqdestan, piştguh avêtina pirsgirêkên kedkaran, berpirsên gendel, berçavnegirtina rewşa jiyana kedkaran, sozên bi derevderketî yên berpirsan û herwisa neşiyan û bikêrnatina perpirsan, girîngtirîn û serekîtirîn sedemên wan xwenîşandanên nerizayetiyê ne.