Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî ên mamostayan li Îranê berfirehtir bûne

10:55 - 24 Îlon 2021

Çendîn roj e ku xwenîşandanên berfireh ên mamostayan di Îranê de bi rê ve diçin û roj bi roj xwenîşandanên mamostayan berfirehtir û zêdetir dibin û li ser daxwazên xwe micidtir bûne.

Hevdem digel destpêka demsala hînkariyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandanên nerizayetî ên mamostayan di bajarên wekî “Kirmaşan, Dîwandere, Kûhdeşt, Meşhed, Hemedan, Qezwên, Zencan, Tewrêz, Qum, Kerec, Simnan, Sarî, Abadan, Erak, Şahrûd, Yezd û Erdebêl” dê hatine lidarxistin.

Di wan rojên dawiyê de li bajarên “Sinê, Xuremava, Elîgûderz, Ehwaz, Îze, Tehran, Îsfehan û Şîrazê de xwenîşandanên nerizayetî bi rê ve çûbûn.

Di wan xwenîşandanên nerizayetiyê de, mamostayan daxwaza birêveçûna terha %80 kirine lê rejîmê û herwisa “Saziya Bername û Budce”ya rejîma Îranê digel wê terhê dijayetî kirine û rê li cîbicîkirina vê terhê girtine.

Mamostayan di Îranê de pirsgirêkên gelek micid hene û di bin hêla hejariyê de dijîn û di Îsal de 2 mamostayan bi sedema hejariyê xwe kuştine ku trajêdiyeke çandî û mirovî û birêveberiyê ye.

Di halekê de ku mamostayên xwendingehan bi sedema hejariyê xwe dikujin, bi milyardan Dolar perê xelkê Îranê pêşkêşî girûpên terorîstî li cîhanê dibe û bo wehmên rejîma Îranê tê xerckirin.