Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî li dijî rejîma Îranê berdewam in

12:32 - 21 Gulan 2022

Xwenîşandanên nerizayetî li çendîn bajarên Îranê berdewam in û rejîma Îranê bo milîtarîzekirina wan bajaran hêzek zêde aniya nav bajaran.

Di bajarên “Dizfûl û Îze” yên ser bi parêzgeha Xûzistanê de, xelkê bi agirberdan bi tekerên maşînan, xwenîşandana nerizayetî berdewam kirine û rejîma Îranê tevî rewşa awarte hêzek zêde ya dije şoreş û Spaha Pasdaran û Besîc di wan bajaran de cihgîr kiriye.

Herwisa di bajarê “Nêyşabûr” ê girêdayî parêzgeha Xurasanê û li bajarê Îsfehanê xelkê agir berdane ofîsa axûndan.

Di bajarê Tehranê de rewş awarte ye û rejîmê hêzên serkuyker ên Spaha Pasdaran û Besîc di çendîn cihên wî bajarî de bi kom cihgîr kirine.

Rejîma Îranê bo aramkirina rewşê li hemberî xwenîşanderên nerazî mifah ji çekên şer verdigre û bi tundûtijî digel xwenîşanderan reftar dike.

Spaha Pasdaran û Besîcên terorîst bo tirsandina xelkê manorek seraserî lidar xistine ku roja Şem 21ê Gulanê ew manor hebûye.

Çavedêrên mafê mirovî li Îranê huşdarî dane ku rejîma Îranê li hember xwenîşanderan tundutîjiyek zêde bikar aniye û wan bi awayê rasterast dide ber guleyan.

Heta niha di wan xwenîşandanên nerizayetiyê de sedan kes hatine girtin û çendîn kes hatine kuştin û birîndarkirin, lê heta niha amarek serast di vê derheqê de nehatiye belavkirin.