Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî li Îranê bi awayek lezgîn berfirehtir bûne

13:09 - 14 Gulan 2022

Xwenîşandanê befireh ên nerizayetiyê çend bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li xwe girtine û mencek nû ya xwenîşandan dest pê kiriye.

Pêka nûçe û girte vidiiyoyên belavbûyî, xwenîşandana xelkê nerazî li Îranê bi awayekî berfireh bi rê ve diçe û xwenîşanderên nerazî, siloganan bi dijî rejîmê didin û hêzên rejîma Îranê hewlê didin ku bi her awayekî be xelkê kontrol bikin û hejmarek kes li çendîn bajaran binçav kirine û herwisa hêzên rejîmê çek bikar anîne.

Tevî qutbûna înternetê li piraniya wan bajarên ku xwenîşandan bi rê ve çûye, dengê teqeyên hêzên serkutker ên rejîmê hatiye bihîstin û çendîn kes hatine birîndarkirin, lê heta niha ti amarek serast ji binçavkirin, birindarkirin û kuştina xelkê bi destê hêzên rejîma Îranê nehatiye belavkirin, lê rejîma Îranê binçavkirina 22 kesan erê kiriye.

Di parêzgeha Kirmaşanê û herwisa bajarên “Birûcêrd û Durûd” li parêzgeha Luristanê, li bajarên “Conêqan û Farsan” li parêzgeha Çarmihal û Bextiyarî, bajarê Dêhdeşt li parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”, bajarên “Îze, Dizfûl û Endîmişk”ê li parêzgeha Xûzistanê û herwisa li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî xwenîşandanên berfireh bi rê ve çûne.

Hêzên rejîmê ji gulleyên rasterast li dijî xelkê nerazî mifah vergirtine û roja Pêncşemî Li Endîmişkê ciwanek 21 sal bi navê “Umîd Sultanî” ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin.

Eva jî di halekê de ye ku Ajansên Nûçegihanî yên rejîmê wan xwenîşandanan bi mudaxileya welatên bîhanî didine zanîn û bi awayek çewt behsa xwenîşandana xelkê nerazî dikin û xelêkê nerazî bi “zirteboz” (erazil û obaş” didine nasîn.

Ji aliyek din ve jî binav Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” roja Înê li derheq wan nerizayetiyan tenê ew hevoke anî ziman: “Heta ez zîndî me, ez îznê nadim ku xelk ji giraniya kelûpelan tûşê ziyanan bin”.

Eva jî di halekê de ye ku menca bilindbûna nirxa kelûpelên xwarinê bi awayek berçav bilind bûye û xelkê şiyana kirîna kelûpelên xwarinê nîne û bi vê sedemê û çendîn sedemên wek gendeliya berpirsên rejîmê û herifîna rejîmê rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin.