Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî li Xûzistanê bi sedema bê aviyê berdewam e

16:59 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nerizayetiya xelkê parêzgeha Xûzistanê bi sedema piştguhavêtina pirsgirêkên wan ji aliyê berpirsên rejîmê û pirsgirêka nebûna av û qutbûna berqê berdewam e û nerizatiya xelkê berfirehtir bûye.

Di berdewamiya xwenîşandanên xelkê Xûzistanê de ku li bajarên cuda de hatine lidarxistin, xelk hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan didin, herwisa xelkê nerazî beşek ji rêya Ehwaz-Endîmişk jî girtine.

Serokê Kora binav Nûnerên Xûzistanê li meclîsê “Ebdulah Îzdpenah” got: “Xûzistan parêzgeheke girîng e û nebûna ewlehiya Xûzistanê bi wateya nebûna ewlehiya tevahiya welat e, herwisa navbirî got, ewlehiya Xûzistanê ji ber şaşiyên mirovî û biryarên xirab kevtiye metirsiyê.

Herwisa ciwanekî xwenîşander ê bi navê “Mistefa Ne`îmawî” temen 26 salî  xelkê bajarê “Şadigan”ê li taxa “Ebasabad” a ser bi parêzgeha Xûzistanê bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst canê xwe ji dest da.

Herwisa Wezareta Derve ya Amerîkayê, daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku ji kuştin û serkuta xwenîşanderan xwe biparêze.