Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên nerizayetî yên kedkaran di Îranê de berdewamin

13:38 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2020

Xwenîşandanên kedkaran û herwisa xelkê din Îranê berdewamin

Roja Çarşemî, 22ê Tîrmehê, Kedkarên şaredariya “Kot Ebdullah”û şirketa heft Tepe, li ser nerizayetî û daxwazên xwe bi dana diruşman û man girtinê û pêk anîna kombûnên nerizayetiyê, berdewamin.

Hejmareke zêde ya kedkarên şaredariya “Kut Ebdullah”, rûberûyê bînaya parêzgariya “Xûzistan” di bajarê “Ehwaz”ê de, kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza vegirtina heqdesta 3 mehên paşketî û herwisa wergirtina bîmê dikin.

Kedkar û karkerên nerazî yên şirkrta “Heft Tepe” ragihandine ku birêveberê şirketa “Heft Tepe” tawanbar bi gendeliya 700 milyon Dolarî, bi qasî 60 sal heqdestên şirketa meye, lê birêveberê wê şirketê di gel hevalbendên xwe, ew pere bo derveyî Îranê weguhastine û amade nînin ku paşketa heqdestên me bidin.