
Xwenîşandanên kedkaran yên kompaniya “Heft Tepe” di 14 roje berdewame,
Roja Yekşemî, 28ê Hezîranê, dewra nû ya xwenîşandanên nerizayetî ya kedkarên kompaniya “Nêyşeker a Heft Tepe” bi pişikdariya zêdetir ji 800 kedkaran, ji 2 heftiyan berî niha ve berdewame û xwenîşanderên wê kompaniyê, li ser xwestên xwe micidin, lê heya niha berpirsên girêdayê wan pirsgirêkan ti bas û bersiveke xwestên wan kedkaran nedane.
Wergirtina heqdesta paşketî, nûkirina defterçeya bîme, zivirîna hevalên wan yên ji kar derxistî, binçavkirina berpirsê giştî yê Kompaniyê (Umîd Esedbêygî), durxistaina pişka taybet û berpirsê karkirinê û zivîrandina darayiya hatî dizînê bi kedkaran”, xwestên wan kedkaran in.
Herwisa di roja Yekşemiyê, 28ê Hezîranê, kedkarên kangeha “Emînyar Faryab” di parêzgeha Kirmaşanê de, derheq wergirtina bîme û heqdesta paşketî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa hevdem, mamostayên qerardadî yên Perwerde û Hînkariyê di ber derê mecîsa rejîmê kombûna nerzayetiyê lidarxistin ku rastî êrîşên hêzên întizamî yên rejîmê hatin lê wan kombûna xwe domand û li ser xwesta xwe ya “li peyketina mafên wan yên bi talanbirî”, bi micidî rawestan.
Karkerên “Neft û Gaz”ê li ser cîbecînebûna benda 10 a yasaya kar di roja Yekşemiyê de li rûberûyê Wezareta Neft a rejîma Îranê, kombûna neriozayetiyê,lidarxistin.