
Roja Yekşemî, 19ê Tîrmehê, kombûna pêymankarên “Fezaya Keskat” (Fezayê Sebiz) yên bajarvaniya “Tewrêz”ê, Kombûna kedkarên şirketa “Hêpko” li “Erak”ê û kombûna kedkarên Vizegeh a “Demawend” a bajarê “Tehran”ê bi rê ve çûn. Daxwaza wan kedkaran wergirtina paşketa heqdetên wan û hin pirsgirêkên dinê ye.
Peymankarên “Fezayê Keskat” (Fezayê Sebz) yên bajarvaniya “Tewrêz”ê bi sedema pêrenegihîştina berpirsên bajarvaniyê derheq mafên wan yên piştguh avêtî, di hember derê bajarvaniya “Tewrêz”ê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên şirketa “Hêpko” ya bajarê “Erak”ê, li ser paşketina heqdestê wan ya 2 mehan, kombûna nerizayetî di ber deriyê deftera wê şirketê de lidar xistin û daxwaz kirin ku tevî dana heqdestê wan ya paşketî, birêveberê wê şirketa pîşeyî li ser kar derxînin.
Herwisa kedkarên Vizegeha Demawend di bajarê “Tehran”ê de, rêpîvan û kombûna nerizayetiyê lidar xistin, wan kedkaran li ser tinebûna ewlehiya kar nerazîtiya xwe nîşan dan.
Piraniya sedemên bingehîn ya wan xwenîşandanan, piştguhavêtina pirsgirêkên kedkar û karkeran ji aliyê berpirsan ve ye û rewşa jiyan, ast û qasa pirsgirêkên wan karkeran ti girîngiyek bo berpirsan tinîne.