Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî yên mamostayan berdewam in

17:16 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Xwenîşandanên mamostayan li derheq pilebendiya mûçeyan û vekhevkirina mûçeyên mamostayên malnişînkirî berdewam in.

Xwenîşandanên seranserî yên mamostan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û piştî derbasbûna çendîn mehan û berdewambûna wan xwenîşandan heta niha rejîma Îranê bilî sozên çewt, ti pêngavek bo cîbicîkirina daxawazên mamostan hilnegirtine û bûdceya berçavgirtî bo pilebendiya mamostayan gelek kêm e karbidestên rejîmê û meclis dixwazin bi awayekî li stuyê xwe vekin.

Xwenîşandanên nerizayetiya mamostan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li bajarên wekî “Sine, Kirmaşan, Birûcêrd, bokan, Xurem Abad, Bucnûrd, Polduxter, Meriwan, Dîwandere, Seqiz, Yasûc, Gitwend, Îsfehan, Şîraz, Ehwaz, Qezwîn, Endîmişk, Reşt, Şahrûd, Yezd, Îze û Nurabad a Memesenî” hatine lidarxistin.

Herwisa hatiye ragihandin ku mamostayên parêzgehên “Tehran û Elborz”ê li rûberûyê deriyê meclîsa rejîmê li Tehranê kombûna nerizayetî lidarxistin û di bajarên din de li rûberûyê îdareyên Perwerde û Hinkariyê ew kombûn hatine lidarxistin û îsal mamostayan ji her çîn û qateke civakê zêdeir xwenîşandanên nerizayetî lidar xistine.

Rejîmê bi tenê 25 hezar milyard Tumen bo cîbicîkirina pilebendiya îsal dabîn kiriye û bi wî awayî bi tenê 12 hezar û 500 milyard Tumen bo cîbicîkirina wê terhê tê dan û rewşa sala bê bi pêka dabînkirina bûdceyê mercdar kirine û mecîsa rejîmê jî daye zanîn ku bi ti awayekî nikare wê bûdceyê zêdetir bike.