Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên seranserî yên pizîşk û xwendekaran di Îranê de bi rê ve çûn

17:38 - 30 Hezîran 2021

Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de xwenîşandanên pizîşk û xwendekarên zanistên pizîşkî bi lidarxistina kombûnên nerizayetî  bi rê ve çûn.

Roja Sêşemî 29ê Hezîranê, li çendîn bajarên wekî “Sine, Kirmaşan, Hemedan, Yasûc, Tehran, Kirman, Meşhed, Îsfehan û Şîraz”ê de kombûnên nerizayetî li derheq “Berçavnegirtina mûçe, girîngînedan bi tendirustiya xelkê, berfirehtirbûna gendelî li beşên girêdayê tendirustiyê û gendeliyên berfireh ên Wezareta Tendirustiyê”, li ber deriyên zanîngehên pizîşkî yên wan bajaran hatine lidarxistin.

Herwisa wan xwenîşanderan daxwaz kirine ku yasaya kar, karên înternetî û rezîdentî jî li xwe bigre û herwisa dana bac bi awayekî dadperweranê bê cîbicîkirin.

Xwenîşanderan berê jî di daxuyaniyekê de ku bona wê xwenîşandana seranserî belav kiribûn bi eşkere ragihandibûn: “Me ceribandinên xwe encam daye, çi li dema şer û çi li dema belavbûna vîrûsa Koronayê, me hemû şêwazên nerizayetînîşandanên wekî nivîsandina name û komkirina wajoyan ancam dane û me dengê nerizayetiya xwe gihandiye guhê berpirsan, lê berjewendiya kesîn û gendeliya li hundirê sîstemên girêdayê tendirustiyê, rêgirî li birêveçûna dadperweriyê kiriye.

Roj bi roj xwenîşandan û kombûnên nerizayetî di Îranê de zêdetir û berfirehtir dibin û berpirsên rejîmê heta niha ti pirsgirêkek çareser nekirine.