Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê Îranê di roja xwe ya 6`an de ye û berdewam e

12:05 - 21 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê nerazî di Îranê de roja xwe ya 6`an jî derbas dike, û rewşa piraniya bajaran her awirteye û tepeserî bi awayê hovane dom heye.

Serhildana xelkê Îranê bi dijî rejîma dîktator a Îslamî di piraniya bajarên Îranê de dom dike, û hêzên tepeserkar ên rejîmê dest avêtine bi cinayetkariyan da ku bikarin xelkê nerazî bêdeng bikin.

Heta niha sedan kes bi gulleyên şer hatine şehîdkirin, sedan kes birîndar bûne, hezaran kes hatine binçavkirin. Rewşa nava bajaran rast wekî meydana şerê 2 welata ne, û rejîmê jî, çek û cebirxane xistine di nav bajaran de.

Li bajarê Şîrazê Tang birine nav bajar, bona tepeserî û çawtirsandina xelkê.

Bi Helîkoptêran gaza rûndikrêj, bi ser xwenîşanderan de dibarînin.

Li deverên Erebên Ehwazê jî, bi Helîkoptêrên şerker xelkê didne ber desrêja gullan.

Li Kurdistanê rejîm li hember xortên Kurd hovanetir reftar dike, heta niha dehan xortên Kurd şehîd bûne.

Li ber nebûna Înternet û peywendiyan, mixabin dengê wan nagihe çi cihan, rejîm cehdê dike wisa bide kivşê ku rewş tenahî ye, lê bi berevajî, xwenîşandan berdewame û rejîm ji sernixûniyê nêzîk bûye.