Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê Îraqê dîsan berfirehtir bû

12:43 - 11 Gulan 2020

Piştî pêkhatina kabîna “Mistefa Kazimî”, xelkê parêzgehên başûra Îraqê rijiyane ser kolanan û dest kirine bi xwenîşandanan.

Guhartina dewletê û Serokwezîr û postan jî, nekarî xwenîşanderên Îraqî razî bike, ew xwenîşanderane daxwazkarê derêxistin û kurtkirina destê rejîma Îranê di nava Îraqê de ne û dibêjin heya Îran tedexulê di nava welatê wan de bike ew dê berdewam bin li ser xwenîşandanan.

Di wan 2 rojên derbasbûyî de, xwenîşanderan dehan binke û bargehên hêz û aliyên Îraqî ên girêdayê rejîma Îranê di bajarên başûra Îraqê de şewitandin.

Şeva derbasbûyî jî xwenîşanderan bi tewawî dest bi ser parêzgariya Besrê de girtin.

Hêzên “Heşda Şe`ibî”, xwenîşander dane ber destrêjiya gullan ku di encamê de 2 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin û dehan kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê nû yê Îraqê “Mistefa Kazimî” bi mebesta aramkirin û razî kirina xwenîşanderan çend biryarek dan yên wekî:

1 - Serbestberdana hemû xwenîşanderên girtî.

2 – Girtin û dadgehîkirina kesên ku di beramber xwenîşanderên Îraqê de, cinayet kirine.

3 – Bi ti awayekê hêzên çekdar, ewlehî û polîs nabe xwenîşanderan bidine ber gullan û wan bikujin û birîndar bikin.

4 – Gorî daxwaz û dilê xwenîşanderan, Jenêral Ebdulwehab El-Sa`êdî wekî fermandê hêzên dijî terorê diyarî kir.

Ev pêngavên Kazimî heya çi qasekê dê bikare bandorê li ser xwenîşanderan dabinê, dê li rojên bê de xuya be.

Kazimî çi basê raya xwe li ser tedaxuliya Îranê di nava Îraqê de nekiriye û ku ev mijare xala herî serekeye cem xwenîşanderan.