Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanên xelkê Nasiriye piştî terora çalakvanekî medenî serî hilda

13:08 - 22 Tebax 2020

Piştî terora çalakvanekî medenî ji aliyê kesên nenaskirî di bajarê “Bexda”yê de , xelkê bajarê “Nasiriye” di bertekê de êrîş kirne ser binkeyekî hêzên girêdayê rejîma Îran ê û agir berdanê.

Roja Înê, 21ê Tebaxê, xelkê bajarê “Nasiriye” di başûra Îraqê de, di berteka terora çalakvanê medenî, “Mihemedriza Elzamil” ku dijî destêverdanên rejîma Îranê di nava Îraqê de bû, xwenîşandanekî berfireh lidar xistin durişmên dijî rejîma Îranê dan û êrîş kirne ser binkeyekî “Esahîb Ehlî Heq”, ku gurûpekî girêdayê rejîma Îranê ye, û agir berdanê.

“Mihemedriza Elzamil” yek ji wan çalakvanên medenî bû ku, tim rejîma Îranê bi berpirsyarê rojreşiya Îraqê dizanî û ragihandibû ku “Her dem ku destêverdanên komara Îslamî di Îraqê de bi dawî bê, wê dem dê kuştin, desdirêjî û gendelî û dizî, di welatê mede dê bi dawî be”.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, ewa 3emîn çalakvanê medenî bû ku ji aliyê kesên nenaskirî ve hate terorkirinê û xwenîşanderên Îraqî, rejîma Îranê bi berpirsyarê wê terorê dizanin, lewma êrîş kirne ser binkeyên hêzên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de.