
Kurdistanmedia: Xwenîşanderên nerazî yên Îraqê, êdî naxwazin rejîma Îran mudaxilê di nav karûbarê welatê wan de bike, û her bi wê sedemê konsolxaneya rejîmê di bajarê Necefê de şewitandin.
Şeva Çarşemî 6`ê Sermawezê, xwenîşanderên nerazî êrîşê ser konsolxaneya rejîma Îranê di bajarê Necef a Îraqê de kirin û bi giştî şewitndin.
Xwenîşanderan alaya rejîma Îranê jî, anîne xwarê û di cihê wê de alaya Îraqê daliqandin.
Di heyama çend roj beriya niha jî, xwenîşanderan di bajarê Kerbelayê de jî, bi wî awayî konsolxaneya rejîma Îranê şewitandin.
Di piraniya bajarên Îraqê de xelkê nerazî bi sedema gendelkarî, betalî û destêverdana rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de, hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin.
Heya niha jî di piraniya bajarên Îraqê de xwenîşandan berdewam e.
Di destpêka xwenîşandana Îraqê heya niha nêzî 340 kes ji xwenîşamnderan hatine kuştin û hezaran kes jî birîndar bûne.
Xelkê nerazî dibêjin hêzên çekdar ên ser bi Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, xelkê nerazî, dikine armancê gulleyên xwe.