Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşanderên Îraqê êrîş kirine ser du binkeyên girûpên ser bi rejîma îranê

12:16 - 26 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşanderên Îraqê piştî mirina yek ji çalakvanên siyasî bi navê “Tahîr El-Taêb” li bajarê Dîwaniye, û herwisa êrîşa çekdarî bo ser “Ûs Fazil” teniznivîseke bi navûbang ê xelkê Îraqî, bi vê sedemê êrîş kirine ser du binkeyên girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê kirin.

Roja Çarşemî, 4`ê Befranbarê, di berdewamiya xwenîşandanên Îraqê de, xelkê nerazî li başûrê Îraqê êrîş kirine ser du binkeyên girûpên çekdar ên ser bi rejîma îranê.

Piştî kuştina yek ji çalakvanên siyasî bi navê “Tahîr El-Taêb” li bajarê Dîwaniye, û herwisa êrîşa çekdarî bo ser “Ûs Fazil” teniznivîseke bi navûbang ê xelkê Îraqî, xwenîşanderan du bikeyên çekdar ên ser bi Îranê şewitandin.

xwenîşanderan li bajarê Dîwaniye, li destpêkê binkeyên Spaha “Bedir” kirine armancên xwe û agir berdanê, piştre êrîş kirine ser binkeya “Esahibî Ehlê Heq” ku ew girûpa ji aliyê rejîma Îranê ve piştewaniya malî û leşkerî ji wan tête kirin.

Herwisa roja Înê, 29`ê Sermawezê, xwenîşanderên Îraqê, li nerizayetî nîşandan li hember kûştina çalakvanekî kedkarî ku berdewam li xwenîşandanên xelkê Îraqê beşdarî kiribû, her bi vê sedemê xwenîşanderan, nûsîngeh û binkeyên Hizba De`iwe û Spaha Bedir li bajarê Nasirye agir berdanê.

Yek ji daxwazên xwenîşanderan eve ye ku, rejîma Îranê dest ji mudaxilekirin di wî welatî de bikêşînin û herwisa hemû ew berpirsên ser bi rejîma îranê ne dibe dest ji kar bikşînin.