Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşanderên Îraqê piştevaniya xwenîşanderên parêzgeha Ehwazê kirin

11:43 - 13 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: xwenîşanderên Îraqê, piştgiriya xwe ji xwenîşandanên wê dawiyê yên xelkê parêzgeha Ehawazê re nîşan dan.

Roja Sêşemiyê, 21`ê Xezelwerê, xwenîşanderên Îraqê bi belavkirina durûşma “ji bexdaya berxweder heya Ehwaza keramet, şoreşa me yeke” piştewaniya xwe ji xwenîşandanên xelkê parêzgeha Ehwazê nîşandan.

Çend roj berî niha kesek bi navê, Hesen Heyderî Ciwanê Helbestvan yê Erebê Ehwazê, ku berê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû destbiserkirin, bi awayekî cihê şikê di nexweşxanê de canê xwe ji dest dabû; bû hegera wan xwenîşandanan.

Rejîma Îranê bi serkutkirina xelkê xwe dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne, û di wan xwenîşandanên dawiyê de, derdikeve ku xelkê Îranê êdî ti tirsek ji rejîmê tinînine, û pêdegirî li ser xwestên xwe dikin, û piştevaniya xwenîşanderên Îraqê ji xwenîşandanên Ehwazê nîşan ji şikesta rejîma Îranê di mudaxilekirina nava welatê Îraqê de ye.