
Kurdistanmedia: Xwenîşanderên Îraqî, di bajarê Nasiriyê de, agir berda ne binke û barigehên Hizba De`iwe ya Îslamî û Spaha Bedir.
Binkên Hizba De`iwe ya Îslamî û Spaha Bedir di bajarê Nasiriyê de kevtine ber êrîşa xwenîşanderan û hatine şevitandin.
Binke û Navendên Hizba De`iwe û Spaha Bedir ji wan cihane bûn ku di wir de xwenîşander didane ber gullan û dikuştin.
Piştî vê ku xwenîşanderek pê desrêjiya wan gullan hate kuştin, ku ji navenda Spaha Bedir ve ber bi xwenîşanderan ve dihatine teqandin, xwenîşanderan êrîşî ser navendên Spaha Bedir û Hizba De`iwe kirin û agir berdanê.
Bajarê Nasiriye ya Îraqê yek ji wan bajêran bûye ku ji destpêka xwenîşandanan ve bûye cihê berxwedanî li hember hêz û girûpên ser bi rejîma Îranê û heta niha jî berdewam e.
Hewceye bêjin di heyamê 2 mehan de zêdetir ji 400 kes ji xwenîşanderên Îraqî hatine kuştin, ku xelkê Îraqê rejîma Îranê sebebkar û bikujê xwenîşanderan û malwêraniya di nava Îraqê de dizanin.