kedkarên girêbestî ên pertokîmiya “Bîstûn” li parêzgeha Kirmaşanê û petrokîmiya bajarê “Cask” li parêzgeha “Hormozgan”ê xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin.
Xwenîşandanên nerizayetî ên kedkaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in û karmendên beşa kontrol û malper ên girêbestî û hewisa kedkarên beşa çêkirin a petrokîmiya “Bîstûn”ê li Kirmaşanê bi sedema guhnedana berpirsan bi daxwazên wan û bi çewtderketina sozên wan berpirsan di hewşa wê kompaniyê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên projeyên petrokîmiya bajarê “Cask” li Parêzgeha Hormozganê bi sedema vernegirtina heqdesta xwe ya 6 mehan ji kompaniya “Keyson” ku girêbestkarê petrokîmiya bajarê Caskê ye kombûna nerizayetiyê lidar xistin û kompaniya “Keyson” ji dana her bersivekê bo wan kedkaran xwe parastiye.
Herwisa kombûna nerizayetî ya mamostayan li ber deriyê meclîsa rejîma Îranê hate lidarxistin, heyamekî zêde ye ku mamostayan ew kombûnên nerizayetî lidar xistine û daxwaza mafê xwe dikin di wê kombûna nerizayetiyê de nûnerên mamostayên parazêgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê jî beşdar in lê heta niha rejîmê ti bersiveke serast nedaye wan.
Berpirsên rejîmê û herwisa berpirsên kompaniyên neft û gazê û herwisa projeyên wan, her carê bi dana sozên çewt hewl dane ku wan xwenîşandan û kombûnan hilveşînin û gelek caran hêzên serkutker bi awayê dirindane ew serkut kirine.