
Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên derbasbûyî de xelk bi sedema hejarî, bêkarî û gendelî, li dijî hikûmeta Îraqê xwenîşandanan encam didin û heya niha nêzî 65 kes hatine kuştin.
Hejma kuştiyên xwenîşandana Îraqê gihaye 65 kesan û tenê roja Înê nêzî 190 kes hatine birîndarkirin.
Dengê gulereşandinê di bajarên Îraqê de her heye û xelkê ku xwenîşandanan encam didin dikine armancên xwe.
Muqteda Sedir, rêberê hevbendê Saêron di parlimana Îraqê de daye zanîn ku, dibe hikûmeta ser kar wêde here û daxwaz kir ku dibe bi zûtirîn dem dengdanek din bê pejirandin.
Herwisa bi sedema ku pirsgirêkên xelkê nayne çareser kirin, Muqteda Sedir li parlimana Îraqê kişiya û daye zanîn ku, dibe hikûmet pêşî li gendeliyan bigre û pêbend be bi daxwazên xelkê.
Her di vê pêwendiyê de jî, Muqteda Sedir sala derbasbûyî daxwaz ji parlimana Îraqa Fîdral kiribû ku pirojeya yasayek ku bo derxistina hêzên leşkerî ên Îranê pesend bike û hêzên Îranê di Îraqê de derbikin.
Di wê xwenîşananê de nêzî 65 kes hatine kuştin û nêzî 600 kes jî birîndar bû ne.