Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwezaya Kurdistanê tê talankirin

12:39 - 1 Adar 2019

Kurdistanmedia: Ji navbirin û talankirina daristanên Kurdistanê, ji aliyê rejîma Îranê berdewam dike.

Xwezaya Kurdistanê di warê daristan û çavkaniyên xwezaiyî yên din, wekî welateke dewlemende ku, rejîma Îranê jî bi awayekî sîstematîk û him jî li riya bi navê piroseyên avadankirin û destûpêwendiyên xwe, xwezaya Kurdistanê ji nav dibe.

Her di vê pêwendiyê de, karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, li bajarê Xoyî a girêdayî parêzgeha Urmiyî, daristanên wê bajarî dibirin û bo karên şexsî mifahê jê werdigirin.

Ji navbirina daristanên Kurdistana Rojhilat tenê bajarek yan jî devereke taybet ji xwe nagire belkû, di piraniya bajarên Kurdistanê de dar û daristanan dibirin û piştre jî, wan bo bajarên ku fars jê akincîne dibin.

Ji aliyeke din ve kesên girêdayî rejîmê, daristanên Kurdistana Rojhilat, van daran bo berhemanîna rejûyan dibirin.

Qutkirin û jinavbirina wan daran di demekê de ye ku, piraniya çalakvanên jîngehparêziyî bi encamdana çalakiyên cuda, û bi çandina darê Berû, daristanên Kurdistanê diparêzin.

Birîna darên Zagros û veguhastina wan bo bajarên din, û herwisa qaçaxkirina wan daran ku ber bi zêdebûnê ve diçe, îdareya cengelbaniyê jî, bi awayên coda û di bin desthilata rejîma Îranê de, di wî warî de rê xweşkiriye, bi cihê parastina wî karî bike lê derfetên baştir diafirîne bo jinavbiran daristanan.