Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwîn li banka xwînê ya Îranê de kêmbûye

12:02 - 13 Çirriya paşîn 2020

Paşêketa xwînê li banka xwînê ya Îranê de bi qasekê daketiye ku berpirsên banka xwînê, daxwazê ji xelkê dikin ku xwînê pêşkêşî wê bankê bikin, bi taybet girûpxwîna (O) ku bi zehmetî peyda dibe.

Roja Pêncşemî 12ê Çirriya Paşîn, Serokê “Banka Xwîn”ê a Îranê, “Rûhullah Mîrzayî”, ragihand: “Niha tev girûpên Xwînê bi taybet girûpxwîna (O)  bi kêmî peyda dibe û em rastî pirsgirêkên micid hatine ku bi 30 heya %40 a wê xwînê bona nexweşên “Talasimî” bikar tê.

Pêka ragihandinên rejîma Îranê li çendîn parêzgehan kêmbûna xwînê di bankên Xwînê de, bûye parskirêkekî micid .

Herwisa pêka raporan, li perêzgehên ku asta belavbûna vîrûsa Koronayê bilintir e, qasa paşketa xwînê li bankên xwînê de kêmtir e.

Damezraveya “Veguhastina Xwîn”ê ya a Îranê ji kesên ku temenê wan ji 18 salan zêdetir e û herwisa kêşa wan ji 50 kîloyan zêdetir be, daxwaz kiriye ku xwînê bidne wê damezraweyê.