Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

xwînxarên rejîmê postên dadweriyê verdigirin

13:12 - 4 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îslamî a Îranê, di postên girîng de, tenê cihê van tê guhertin, û her karbidestek piştî çend salan li posta xwe, bo posteke din tê guhertin.

Li gorî raporên nûçegihaniyên rejîma Îslamî a Îranê, biryar wisa ye ku, “Îbrahîm Re`îsî”, posta dadweriya rejîma Îranê werbigire, û eva di demekê de ye ku, navbirî wekî kesekî binpêkirina mafê mirov hatibû naskirin.

Îbrahîm Re`îsî, yek ji van karbidestên rejîma Îranê ye ku, di heyetên kuştinan de, dest bi hebûye.

Montezirî di yek ji faîlên dengên xwe yê derheq îdamkirinên salên 67`an de dibêje ku, Îbrahîm Re`îsî yek ji wan civanyetkaran bûye.

Li  sala 1367`an,  di heyama mahekê de 2800 heya 3800 kes hatin bidarvekirin.

Para herî zêde a wan  kesên ku, di heyama van salan de hatine bidarvekirin, hejmara wan li 5 hezar kesî derbaz dibe, ku bi tawanên wekî şer lidjî xodê û herwisa dijberîkirina li hemberî Şoreşê, hatine bidarvekirin.

Navbirî li sala 1367`an şûnda, li postên bilind yên Dezgeha Dadweriyî çalakî hebûye, û niha jî biryar wisa ye ku, bibe serokê Dezgeha Dadweriyî, ya rejîma Îslamî a Îranê.

Çend rojan piştî belavbûna dengê nîqaşkirinên , Ayetola Montezirî, yên derheq siyasetên bidarvekirinê yên rejîmê yên sala 1367`an de,  Elî Xomênî kurê Ehmed Xomênî, ku yek ji tawanbarê serekî yê îdamkirinên dehkên 60`î ye, di gotûbêjekê digel rojnameya “Cimhoriya Îslamî” de,  dayezanîn, ku bûyerên sala 67`an berhema berpirsayetiya îmam bûye.