Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra 10`ê Xakelêwe li welatê Norwêjê bilind hate nirxandin

11:58 - 27 Adar 2022

Roja Şemî 26`ê Adarê, yad û bîra 10`ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê li welatê Norwêjê, bi amadebûna endam, alîgir û dilsozên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û herwisa bi beşdariya "Kawe Ebdalî" berpirsê Rêkxistina Giştî ya Hizbê li derweyê welat, bilind hate nirxandin.

Ev rêûresme bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate despêkirin.

Piştire şemalên rêzgirtin ji şehîdan ji aliyê Yekîtiyên Jinan û Ciwanan yên PDKÎ ve hatine hilkirin.

Paşê “Hîwa Ehmedî” Endamê Lîjneya Amadekarî bo yada 10`ê Xakelêweyê, tevî bi xêrhatinkirina amadebûyan, çend gotinek derheq roja “Şehîdan” ku pêk hatibûn ji behsên wek dîroka rizgarîxwaziya gelê Kurd, xebt bo bidestveanîna mafên rewa yên gelê Kurd û girîngîdan bi yad û bîra 10`ê Xakelêwe, pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê di panêla yekem de “Ehmed Pîrî” wek pêşkêşkar çend mijarên pêwendîdar bi Komara Kurdistanê û 10`ê Xakelêwe û Hizba Demokrat, Rasana Çiya û Bajar û çendîn mijarên din wek pirsiyar pêşkêşê “Gelawêj Mêhfer, Ezîm Eliyasî û Gulan Hicrî” kir û ev mijarane ji aliyê navbiriyan ve hatine pêşkêşkirin.

Paşê sirûda “Ey Şehîdan” ji aliyê “Hêdî Qadirî” ve hate xwedndin.

Di panêla duyem de helbestek ji aliyê “Selîm Heqîqî” ve pêşkêşê amadebûyan hate kirin.

Di beşa dawî de “Meriyem Elîpûr” Endama Lîjneya Amadekarî bo yad û bîra 10`ê Xakelêwe, wek pêşkêşkar çend mijar wek Komara Kurdistanê û avakirina Hizba Demokrat û kareseta 10`ê Xakelêwe wek pirsiyar pêşkêşê “Ehmed Padiganî, Re`ide Palanî û Enver Kohensal” kir û wan jî, bi rohnî ev mijarane anîne ziman.

Di vê rêûresmê de sirûda “Dayê Ez Pêşmerge Me” ji aliyê “Medîne Fesîhî” ve hate xwendin.

Di dawiyê de hin leweyên rêzgirtin ji aliyê Lîjneya Amadekariya yad û bîra 10`ê Xakelêweyê ve pêşkêşê beşdariyên herdu panêlan hate kirin.