Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra 75 saliya şehîdkirina Pêşewa û hevalên wî li Cêjnîkanê bilind hate nirxandin

18:18 - 31 Adar 2022

Rêûresima 10ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê li “Cêjnîkan”ê li du beşan de hate lidarxistin.

Sipêdeha roja Çarşemî rêkevta 10 Xakelêweya 1401an a Rojî, rêûresimek taybet bi roja 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê li goristana şehîdên Hizbê li “Cêjnîkan”ê bi beşdariya beşek ji endamên rêberayetî, kadir, pêşmerge, mêvan û malbatên şehîdan bi rê ve çû.

Rêûresim bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştire berpirsê beşa Komelayetiyê li Cêjnîkanê “Mela Elî Asrîs”, peyamek pêşkêş kir.

Paşê girûpa zarokan ya bi navê “Estêre” li Cêjnîkanê sirûdek şoreşvanî pêşkêş kir.

Di beşek din de “Hêro Ezîzî” hevjîna şehîd “Akam Deryayî” peyama Yekîtiya “Jinan û Lawan” yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê minasibetê pêşkeşê amadebûyan kir.

Piştire helbestek ji aliyê “Yûsif Acî” pêşmerê Kurdistanê û helbestek ji aliyê zarokan ve hate pêkeşkirin.

Piştire beşdarbûyên rêûresmê serdana tiriba şehîdên Kurdistanê kirin.

Li ser tiriba şehîdan rêjeyek leşkerî lidar xistin û girûpa zarokan sirûdek pêşkeş kirin.

Di dawiyê de deste gula rêz û emegnasiyê ji aliyê “Hêro Ezîzî” hevjîna şehîd “Akam Deryayî” û “Qasim Keleşî” Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ li ser tirba şehîdan hate danîn.