Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra Komara Kurdistanê li welatê Sûêdê bilind hate nirxandin

10:28 - 3 Şibat 2020

Roja Şemî 12`ê Rêbendana 1398`an (1`ê Şibata 2020`an), rêûresima 2`ê Rêbendan, salvegera avabûna Komara Kurdistanê di bajarê Sitokholm a welatê Sûêdê de, bi amadebûna perek ji Partiyên siyasî, endam, alîgirên Hizbê hate lidarxistin.

Ev rêûresmê, bi xwindina sirûda “Ey Reqîb” ji aliyê kora Sirûd a Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, û xûlek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama komîta PDKÎ li welatê Sûêdê, ji aliyê “Mewlûd Ebdîzade” ve hate xwandin, û navbirî di vê peyama komîtê de, basa destket û hêmayên Komara kurdistanê kir.

Di vê rêûresmê de pareke berçav ji alî û Partiyên siyasî yên herçar parçên Kurdiustanê û yên welatê Sûêdê amadebûn û di vê rêûresmê de, peyamên xwe li derheq Komara Kurdistanê pêşkêşê amadebûyan kirin.

Alî û Partiyên ku amade bibûn wiha ne: Nûneratiya Herêma Kurdistanê, Lîjneya Partiya Demokrat a Kurdistan, Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan, Partiya Şûî a Kurdistanê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komîteya Hevkarî a hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanê, Fedrasiyona Komelên Kurdistanê, Partiya Azad a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Bakurê Kurdistanê, Sosyal Demokratên Sûêdê, Pudêratên Sûêd, Lîbralên Sûêd, Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Kongereya

Netewî a Kurd (KNK), Partiya Xelk a Belûçistan, Rêkxistina Pêşmergeyê Kevnar, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye, Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûriye (ENKS), Partiya Azadî a Bakurê Kurdistan (PAK), Yekîtiya Jinan û Ciwan û Navenda Yekîtiyên Kurdan, Radiyo Aştî li Siponge li Sûêdê.

Di dawiya rêûresmê de, hunermendên wekî: “Cêgir Mîdiya Husên, Hemze Seferî û Dîcey Lazo”, çend sitranek pêşkêşê amadebûyan kirin û bi wî awayî rêûresim bi dîlanê dawî pê hat.