Roja Înê 20`ê Xakelêwe di çiyavaniyeke hevpar de yad û bîra “Saman Seyîdî” bilind hate ragirtin.
Yad û bîra “Saman Seyîdî” bi beşdariya dehan çiyager û xelkê medenî li çiyayê “Mîracî” yê ser bi Merîwanê bilind hate nirxandin.
Ev pêngave bo vebîranîna emegnasiya pêngavên “Saman” li rêya xizmet bi xelk, werzişvanî û jîngehparêzî hate lidarxistin.
“Saman Seyîdî” endamê Encumena Swezî Çiya ya Merîwanê û herwisa endamê Girûpa Çiyageriya “Kasaro”, rêkevta 8`ê Xakelêweya 1400`an a Rojî, bi sedema qezaya hatinûçûnê canê xwe ji dest da.