Kurdistanmedia: Qehrimanên Demokrat li bajarokê “Peswê” a girêdayî bajarê Pîranşarê, yada şehîd “Saman Şêweselî” bilind ragirtin û peymana emegnasiyê digel rêbaza şehîd Saman û tev şehîdên Kurdistanê nûkirin
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endamên PDKÎ, li bajarokê “Peswê” a girêdayî bajarê Pîranşarê, bi danîna alaya Kurdistan, wêneyên rêberên şehîd, çek û rextên pêşmergane û gula sûr, yada şehîd “Saman Şêweselî” bilind ragirtin û peymana emegnasiyê digel rêbaza şehîd “Saman” û hemû şehîdên Kurdistanê nûkirin.
“Saman Hesenzade” naskirî bi “Saman Şêweselî” li berdewamiya kar û çalakî û birêvebirina erkên hêza pêşmergê Kurdistanê, li rêkevta 3`ê Pûşpera 1397`an, li şer û pevçûn digel hêzên dagîrkerên rejîma Îranê li devera bajarê Pîranşarê, piştî kuştin û birîndarkirina çend kes li çekdarên rejîmê, tevî karwanê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bû.