Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada Şehîdên kosalanê bilind nirxandin

13:59 - 26 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê “Tengîser” a hertim Demokrat a girêdaya bajarê Sine, di yada qehrimanên “Kosalan”ê de, bi lidar xistin rêûresmekê, yada şehîdên wî hemaseyê bilind nirxandin.

 Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê: Êvara roja Sêşemî, 4`ê Pûşpera 1398`an, endam û alîgirên PDKÎ, li gundê Tengîser a girêdayî devera Jawero ya ser bi bajarê Sine, bi birêve birina rêûresmekê di salroja hemasa “Kosalan”ê de, yada şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bilind nirxandin.

Tekoşerên Demokrat bi danîna wêneyên şehîdên “Kosalan” û hilkirina mom, û herwisa bi danîna gulên sor û cemedanî, rêz li yada qehrimanên “Kosalan”ê girtin, û bo carek din peymana emegnasî digel rêbaza tev şehîdên kurd û kurdistanê nû kirin.

Sê sal berî niha û paş ragihandina qonaxa nû ya xebata Rojhilat, li bihara sala 1395`an ji aliyê rêzdar “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ ve, komek li tekoşerên Hizba Demokrat û gel li çiyayê “Kosalan”ê, rastî kîneya terorîstên rejîma îranê hatin û Şehîd kirin.