Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yadê 25ê Gelawêjê bi berdewamî bi bilind tê ragirtin

13:03 - 21 Tebax 2020

Bi boneya 75emîn salwegera avakirina “PDKΔ û “Yûbîla Elmasî” endam û alîgirên PDKÎ li bi rê ve birina çalakiyên teblîxî de her berdewamin.

Têkoşerên mandînenas yên Demokrat di devera “Jawero” di gundê “Guaz” li roja 30ê Gelawêjê, 20ê Tebaxê, bi boneya 75 sal xebat û têkoşan a “PDKΔyê, çalakiya teblîxî lidar xistin û yadê wê roja mezin û dîrokî, bi bilind ragirtin.

Qehremanên Demokrat, di wê çalakiyê de, bi awayekî berfireh, trakt û posterên taybet yên 25ê “Gelawêj”ê belav kirin.

Herwisa endamên PDKÎ, bi belavkirina sonda netewî a “Hêza Pêşmergê Kurdistan”ê, soza wefadariya xwe bi rêbaza PDKÎ yê, dubare kirin.

Di wan rojên derbasbûyî de, bi boneya 75emîn salvegera avakirina PDKÎ, endam û dilsozên PDKÎ, di cihên cuda yên Kurdistan û Îranê de, çalakiyên berfireh yên teblîxî, lidar xistibûn û yadê wê roja pîroz, bi şan û bi bilindî ragirtin û lerze xistine dilê dujmin.