Bi hilkevta 31 emîn salvegera şehadeta dr. Qasimlo û hewalên wî ji aliyê rejîma terorîste Îslamiya Îranê ve, di Bakur û Rojava ya Kurdistanê merasimên bîranîna wî rêberê mezin hatne li darxistin.
Roja 13ê Tîrmeha 2020 an bo zindî ragirtina yadê şehîdên “Viyen” ê komcivînek ji aliyê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê pêk hat û Avayîya Partîya Sosyalîst a Kurdistan a Dîyarbekirê “PSK” ê bi postêr û diruşm û wêneyê şehîd Qasimlo hate xemilandin û bi wî awayî şehîdên 22 yê Pûşperê hatne bibîranîn.
Her wisa bi hilkevta 22 yê Pûşperê salvegera terora Dr. Qasimlo,
Civîneke jinên kurd yên Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê “PDK-S” li bajarê Dêrikê bi bîranîn û emegdarî li bi riha Dr. Qasimlo hat lidar xistin.
roja yekşemê 12 tîrmeha 2020 li bajarê Dêrikê, bi wê hilkevtê, civîneke rêxistinî ji aliyê saziya jinê ya PDK-S ve, bi amadebûna Ebdulkerîm Mihemed endamê deftera siyasî ya PDK-S û Ebdullrehman Qasim endamê komîta Navendî ya PDK-S hat lidar xistin.
Di destpêkê de bi bîranîn û rêz girtin li riha Dr. Qasimlo û tevaya şehîdan civîn hat lidar xistin û paştre ji aliyê “Xanim Torîn Şemdîn” kurtiyek li ser 31 saliya şehîdbûna Dr. EBDULREHMAN QASIMLO hat pêşkêşkirin.