Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra roja Pêşmerge li welatê Danmarkê hate bilindnirxandin

11:56 - 16 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê rêûresmek li welatê Danmarkê hate lidarxistin.

Roja Şemî, rêketa 23`ê Sermaezê, bi hilkefta roja Pêşmergê Kurdistanê, rêûresmek di bajarê “Horsêns” a welatê Danmarkê de birêveçû.

Ew rêûresme bi sekînandina bistek bê dengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama komîteya Hizbê li devera “Mêt Yulend” ji aliyê “Mehabat Qasimî” berpirsa beşa teşkîlatî ya komîteyê ve hate pêşkşkirin.

Paşê “Kerîm Mihemedî” bi lêdana bilolê, rêûresim xweştir kir.

Di wê rêûresmê de ji aliyê komîteya PDKÎ ve, lewhên rêzlênanê bi wan kesên ku bi berdewamî di nav merasim û rêûresmên PDKÎ de amadebûne hate pêşkêşkirin.

Rêûresim bi sitran û dîlana amadebûyan dawî pêhat.