10ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdisatanê, wekî adetê hemû salan bi amadebûna rêberatiya PDKÎ, Kadir û pêşmerge û malbatên şehîdan, di rêûresmeke bi şan de, bi bilind hate ragirtin.
Roja Dûşemî 29ê Adarê, rêûresma 10ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê ku li 3 qonaxan pêkhatibû, bi rê ve çu.
Di qonaxa yekem de, beşdarbûyên rêûresmê bi pêşengiya rêjeya nizamî ya Hêza Pêşmergên Kurdistanê, goristana pîroz a şehîdan kirin.
Piştre li ser tirba şehîdan sirûda “Ey Şehîdan” ji aliyê hunermend “Xulam Fatihî” û hêza Pêşmergên Kurdistanê ve hate xwendin.
Herwisa sirûda “Merêjin bom firmêskî xem” ji aliyê beşdarbûyên dewreya 248 a destpêkî ya pêşmerge ve hate xwendin.
Piştre tacegulek bona rêzgirtin û emegnasî li ser rêbaza pir ji serweriya şehîdan, ji aliyê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” û “Nezîre Ehmedî”ku hevjîna nûtirîn şehîdê PDKÎyê şehîd “Îqbal Elî Remayî” ye û herwisa Ebdilkerîm Celalî, birayê şehîd “Sebrî Celalî” ve li ser mezarê şehîd “Selam Ezîzî” hate danîn.
Di qonaxa Duyem a rêûresmê de, pêşangeha wêne û yadigariyên şehîdan ji aliyê beşa Şehîdan a Komîsiyona Komelatiyê ve hatibû amadekirin, ji aliyê “Hesen Şerefî” Cihgirê Yekem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ û berpirsê “Navenda Siyasî ya PDKΔ, û herwisa ji aliyê “Amîne Dabîlî” keça “mela Kerîm”, û xwîşka şehîd “Mistefa Dabîlî” û herwisa Şemal Hacîresûlî birayê şehîd “Sultan Hacîresûlî”, ve, bo beşdarbûyên rêûresmê vekirin.
Para dawî ya rêûresmê bi sirûda Netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtin li riha paqije şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpêkir.
Pişrte peyama Komîsiyona Komelayetî ya PDKÎ, ji aliyê Mamosta “Ehmed Rehîmî” berpirsê wê Komîsiyonê, ve hate pêkêşkirin.
Piştre sirûdek bi navê “Şehîd gulî çiyayî berz e” ji aliyê zarokên Azadiyê û bi serpirsayetiya “Xedîce Behmen” ve, hate pêşkêşkirin.
Herwisa peyama hevpar a rêkxistinên demokrat ên “Lawan, Jinan û xwendekaran” ji aliyê “Cemal Fethî” Sekirtêrê Yekitiya Xwendekaran ve, hate pêşkêşkirin.
Ev rêûresm bi çend helbest û stranên bi xem ji aliyê “Fetah Sebzewarî” hunermendê Kurd ve dawî pêhat.