Di bajarê Urmiyê hevjîna Şehîd û herwisa dayîka Şehîdê oxira axiretê kir.
Nafiye Xanima Kerîmî ku bi navê Naşo dihate naskirin, hevjîna Şehîd Birahîm Şerîfî naskirî bi Guro, û herwisa dayîka Şehîd ferheng Şerîfî, 2 şehîdên Kurdistanê, li bajarê urmiyê koça dawiyê kir.
Roja 10ê Îlona 2020an Nafiye xanima Kerîmî, ku hem Hevjîna Şehîd Birahîm û hem dayîka Şehîd Ferheng Şerîfî bû, bi sedema pîrî û nesaxiyê çu ber dilowaniya xwe.
Nafiya anku daîka Naşo, hevjîna Şehîd Birahîm naskirî bi Goroyê Emerxan bû, Herwisa Ferheng Şerîfiyê Kurê Nafiya Xanimê , di gel Guroyê Babê xwe ku Pêşmergên mêrxwase Kurdistanê bûn, di şer û berxwedaniyekî qehremanane de li henber êrîşa hêzên rejîma Îranê, di sala 1983 ya zayînî di henber 1362 rojî, di nawça enzela Urmiyê de şehîd bûn û tevlî karwanê sorxelate şehîdên kurd û kurdistanê bûn.
Şehîdan Guro û Ferhengê kurê xwe, Kur û neviyê Emerxanê Şikak bûn, Emer xan kesekî navdar û beşdar hem di şoreşa Simkoyê şikak û hem di Komara Kurdistanê de bûye û rol hebûye.
Herwisa Kurekî dinê ye emerxan bi navê ferzende û Neviyekî wî bi navê Mihemed şerîfî, di şerê kura Enzelê de şehîd bûne, û bi wî awayî ew malbat xwediyê 4 Şehîdane.
PDKÎ sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Nafiya xanimê û malbata emerxanê Şerîfî dike û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.