Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Yair Geller” bazirganê Îsraîlê li torek terorîstiya rejîma Îranê rizgar bû

11:23 - 12 Şibat 2022

Roja Înê 11`ê Şibata 2022`an mediyayên Tirkiyê belav kirin ku Saziya Ewlehiya wî welatî pîlanek terorîstî ya rejîma Îranê pûçel kiriye.

Di pîlana ku ji aliyê Saziya Ewlehî ya Tirkiyê ve hate pûçelkirin 8 kes hatine binçavkirin ku Îranî û Tirkî ne û wan dixwast bazirganek Îsraîlê yê bi navê “Yair Geller” bikin bi armanc, lê navbirî ji vê tora terorîstî rizgar bû.

Di pîlana vê tora terorîstî de 9 kes beşdar bûn ku 8 ji wan hatine binçavkirinb û yek jî di Îranê de serpereştiya vê torê dikir. Ev kesane Îranî û Tirkî ne û sergirûpê wan ê ku di Tirkiyê de bi navê “Muştaq Bayqoz” tê nasîn û eslê xwe Îranî ye. Kesek jî yê bi navê “Yasîn Tahîrmemkendî” efserê Îtila`ata rejîma Îranê ye û di Îranê de serpereştiya wan dikir.

“Israel Times”ê belav kiriye ku “Yair Geller” bazirganek Îsraîlî ye ku di Tirkiyê de xwediyê kopaniya “Teknolojiyên Esmanî” ye.

Pilana vê tora terorê bo tolhildana “Muhsên Fexrîzade” hatibû darêtin, lê serkevtî nebû.

Kiryarên terorîstî, operasiyonên revandina çalakvanên dijberê rejîma Îranê di Tirkiyê de vedigere li ser çar dehik berî niha ku heta niha jî her ev yeka berdewam e. Heta niha rejîma Îranê di Tirkiyê de çendîn operasiyon bi rê ve birine ku di gelek ji wan operasiyonan de serkevtî bûye û gelek ji wan jî, ji aliyê Saziya Îtila`ata Tirkiyê ve hatine pûçelkirin.