Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Yaîr Lapîd”: Hewce ye ku Civaka Navdewletî givaşên zêdetir bixe li ser rejîma Îranê

13:53 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 19ê Pûşperê, “Yaîr Lapîd” serokwezîrê Îsraîlê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku micidbûna xwe nîşan bidin û givaşên zêdetir bixin li ser rejîma Îranê.

Navbirî herwisa gotiye ku, Îsraîl dijayetîkirin digel dosyeya navkî a rejîma Îranê weke mafek rewa û berheq ê xwe dizane û ji rêyên cuda bo dijayetîkirin digel Îranê hewl dide.

Navbirî gotiye di wan dawiyane de rejîma Îranê komek ji yasayên lihevkirina navkî binpêkirine û berfirehiyek zêde daye dosyeya navkî ya xwe, û li hember de Îsraîl xwe bi berpirsyar dizane ku di warên siyasî û leşkerî de bertekên taybet nîşan bide.

Her di vê derheqê de, navbirî daxwaz ji Civaka Navdewletî kiriye ku, micid bin û herwisa daxwaz kiriye ku pirsa navkî ya Îranê bo şêwreya Ewlehiya Saziya Navetewî bê şandin û givaşên zêdetir bixin li ser rejîma Îranê.