Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yazdehemîn dewreya siyasî ya asta 2ê beşa 1ê ya Dezgeha Perwerde û Lêkolînê bi dawî hat

18:26 - 30 Hezîran 2021

Yazdehemîn dewreya siyasî ya asta 2ê beşa 1ê ya taybet bi pêşmerge di rêkevta 4ê Cozerdana sala 1400a Rojî de dest pêkir û li rêkevta 9ê Pûşperê ya sala 1400an de bi dawî hat.

Pêka bernameyeke dariştî û qonaxbendîkirî, Dezgeha Perwerde û Lêkolînê, Yazdehemîn dewreya siyasî bo pêşmergeyan bi rê ve bir, di wê dewreyê de ew waneyane hatine pêşkêşkirin:

Rênûsa zimanê Kurdî, Rohnkirina bername û peyrewa navxweyê PDKÎ, dîroka PDKÎ, Federalîzm,Demokrasî, Rêtorîk, Armanca paşeroja PDKÎ, Pirsa vekheviya jin û mêr, Binyat û siyasetên Komara Îslamiya Îranê, karên Rêkxiravî yên bi kom, Siyaset û helwîstên PDKÎ, Ewlehî, Torên civakî û hizira rexnegerane” bûn ku beşek ji wan waneyan bi şêwaza konferans û bo beşa din re ceribandin hatine kirin.

Di wê dewreyê de wan beşdabûyan pileya 1ê heta 3ê bi dest xwe ve anîn.

Pileya 1ê: Sîmîn Rohanîzade

Pileya 1ê: Seîd Zari`î

Pileya 2ê: Manişt Heyderî

Pileya 3ê: Emîr Peymanî

Pirsa perwerde û hînkarî û amadebûna kadir û pêşmergeyên PDKÎ di hemû waran de, yek ji bernameyên PDKÎ ye.

Piştî Kongireya 16ê, PDKÎ hewleke zêdetir bona karê perwerdê dide û dewreyên asta 2 a beşa 1ê bi şêwaza bernameyekî serast û dariştî bi rê ve diçin û qonax bi qonax him asta dewreyan diguhere û him pêşmerge ast bi ast wan dewreyan derbas dikin.