Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

YE bi dana 18 milyon “Euro”yî Îranê bêdeng dike

18:18 - 25 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li jêr zexta dorpêçan de, xwazokiyê li cem YE dike.

YE di daxuyaniyekê de ragehandiye ku bo parastina rêkevtina etomî ya sala 2015`an, wê 18 milyon “Euro”yî bide rejîma Îranê.

Li gor gotina “Federica Mogherini” seroka Siyaseta Derve ya YE, ew hevkarî beşek ji paketa 50 milyon “Euro”yî ye.

Navbirî herwisa ragehand ku: YE dixwaze piştevaniya xwe ji xelkê Îranê nîşan bide.

Ew gotina “Federica Mogherini” bo piştevaniya ji xelkê Îranê di demekê de ye, ku Amerîka dibêje hevkariya di gel rejîma Îranê, di berjewendiya xelkê Îranê de nine, belku ew alîkarî dibin sedema vê ku rejîma Îranê zêdetir ji caran, destêwerdanê di nav karûbarên welatên herêmê de bike.

Herwisa dibe sedema vê ku rejîma Îranê zêdetir piştevaniya terorîzmê bike, û bi awayekî nihênî hewlê bide bo gihîştina bi çeka navikî.  

Di nav vê besteya 18 milyonî de, 8 milyon ji bo piştevaniya teknînî di warê kêşeyên jîngehî, û 2 milyon jî bo kêmkirina xisarên madeyên hişber e.

Niha dibe em bibînin gelo rejîma Îranê vê perê ku Hesen Ruhanî û Zerîf bi xwazokiyê ji Ewropayiyan wergirtine, wê kîjan kêşeyî pê çareser bikin.

Helbet YE ew qas jî destûdilvekirî nine, belku ji aliyekî ve bi sedema dorpêçên Amerîkayê nikare bi tewahî pêbend be bi Bercamê, ji aliyekî ve jî nikare kompaniyên mezin naçar bike ku di Îranê de bimînin. Lewma tenê bi dana vî pereyî dixwaze rejîmê ji xwe razî bike.