
Kurdistanmedia: Wezîrên Karê Derve ên YE nekarîn li ser pirograma şêweya karê taybet ê malî di navbera Îran û YE de li hev bikin.
Rojnameya “National abudhabi” piştî civîna Şêvra Karê Derve a Ewropayê li Birokselê nivîsandiye, ku wezîrên YE di birokselê de nekarîn ku li ser pirograma şêweya karê taybet ê malî di navbera Îran û YE de li hev bikin. Herwisa wan biryar daye ku di asta wezîran de, di civîna Lehistanê ya ji bo aramî û azadiyê di Rojhilata Navîn de beşdariyê neke.
Bi vî halî jî, helwesta fermî ya vê yekîtiyê di pêwendî digel civîna Lehistanê hêşta jî eşkere nine.
Civîna Lehistanê di 13 û 14`ê Şibatê li Werşoyê bi piştevaniya Amerîka û Lehistanê bi rê ve diçe, û li ser destêwerdanên rejîma Îranê ye.
Derheq pirograma şêweya karê taybet ê malî di navbera Îran û YE de jî, her çend divêt heya dawiya vê mehê lihevkirin pêk bê, lê berpirsyarên Şêvra Karê Derve ê Ewropayê ragehandin ku heya dawiya sala 2019`an pirograma şêweya karê taybet ê malî di navbera Îran û YE de rê nakeve.
Hêjayî basê ye ku lihevnekirina li ser SPV û ceribandinên mûşekî û terorên bernamerêjîkirî ên rejîma Îranê di navxaka Ewropayê de, nakokiya di navebra YE û Îranê de zêdetir kiriye.
Karbidetsên rejîma Îranê heya niha çendîn carî gef xwarine ku hekî pirograma şêweya karê taybet ê malî di navbera Îran û YE de ser negre, ewlehiya YE wê bikeve metirsiyê de, ku ew yek gefeke nerasterast e li YE.