
Kurdistanmedia: Cihgirê siyasî yê hêza Spaha Pasdaran a terorîst got, Amerîka cesora şerkirinê di gel me nîne û em jî, di gel Amerîkayê danûstandinê nakin.
Li gorî nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst ku belavkiriye, roja Înê 10`ê Gulanê, Yedulla Cewanî cihgirê siyasî yê hêza Spaha Pasdaran a terorîst, derbarê gotinên Serkomarê Amerîkayê “Dunald Tramp” ku gotibû: Em ji berpirsên Îranê daxwaz dikin ku derheq bernameyên navikî bihevre bicivin, got Amerîka cesora şerkirinê di gel me nine, û em jî di gel Amerîkayê danûstandinê nakin.
Herwisa navbirî got, bi sebeba wê ku di sala 1397`an de tîma “Dunald Tramp” xeyala vê yekê dikirin ku Îran rastî aloziyan bê, lê tiştek wisa rûneda û herwisa Amerîkayê di sala borî de, ji aliyekî Spaha Pasdaran xiste nav rêzbenda reş ya Saziyên terorîstî, û ji aliyekî din ve jî, Gemiyên Balafirhilgir ên xwe bo deverê şandin û ew jî rengê şerekê dide
Roja Pêncşemî 9`ê Gulana 2019`an, Serkomarê Amerîkayê “Dunald Tramp” di gotûbêjeke rojnamevanî di Koçka Sipî de got: Em ji berpirsên Îranê daxwaz dikin ku derheq bernameyên navikî bihevre bicivin.
Herwisa navbirî got, em nikarin rûbirûbûna leşkerî bi dûr bizanin û me yek ji mezintirîn Gemiya Balafirhilgir û çekhilgir li cîhanê heye û em naxwazin dest bi kar bin.