Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek ji fermandeyên “henga sînorî” a rejîma Îranê li parêzgeha Gulistanê hate kuştin

12:30 - 25 Kanûna pêşîn 2020

Pasdarekî rejîma Îranê yê bi navê “Nebîyullah Xetîrî” ku fermandeyê “Gurûhana Sînorî” ya “Kerend” li Parêzgeha “Gulistan”ê bû, ji aliyê kesên nanaskirî ve hate kuştin.

Ragihandinên rejîma Îranê ragihandine: “Nebîyullah Xetîrî” rastî şer û pevçun a digel kesên “lat û lût”! hatiye û bi derba Kêrikan hatiye kuştin; herwisa 2 serbazên dinê jî birîndar bûne”.

Herwisa, yek ji me`imûrên “geşta Kelanterî” ya bajarê “Zahidan”ê yê bi navê “Hemîd Arifî”, ku pileya “Sitvan Duwimî” hebû, ji aliyê kesên nenaskirî ve bû armanca gulleyan û hatiye kuştin.