Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek milyon kesên din li nifosa hevwelatiyên derdora bajaran jiyan dikin zêde dibe

13:59 - 16 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Bi sebeba bilindbûna nirxan di sala 1397`an de, nifosa hevwelatiyên ku di derdora bajaran de jiyan dikin yek milyon kesên jî lê zêde bûye.

 Li gorî raporên belavbûy, Elî Kurd nûnerê mecilsa Şêvra Îslamî a rejîmê gotiye  di sala 1397`an bi sebeba bilindbûna nirxan Yek milyon hevwelatiyên din li nifosa hevwelatiyên ku bi sebeba nedarî û hejarî ku di derdora bajaran de jiyan dikin zêde bûye.

Pêka rapora “Xanêyê Milet”, ku wî endamê Komisyona Civaka Meclisa rejîmê îşare pê kiriye, niha 13 milyon hevwelatî bi sebeba hejarî û neçarî di derdora bajaran de jiyana xwe derbaz dikin.

Lê di navbera amarên ku berpirsên rejîmê ku di vê derheqê de belavdikin codahî heye, bo mînak di heyama sala derbazbûyî de, Resûl Xizirî, nûnerê mecilsa rejîmê nifosa hevwelatiyên akinçî yên di derdora bajaran de, 17 milyon kes  ragehandibû ku eva 1.5 li nifosa Îranê ji xwe digire, û herwisa arîşeyên civakî yên ku bi sebeba zêdebûna nifosa xelkê ku di derdora bajaran de jiyan dikin ber bi zêde bûnê diçe.

Her di vê pêwendiyê de, di Gelawêja sala 1397`an, Ferîd Beratî, cihgêrê Pêşîgirtin û Dermana Navenda Saziya Bêhzîstî ya rejîma Îranê gotibû ku, di Îranê de, nifosa hevwelatiyên ku bi sedemên wekî hejarî û destengiyê di derdora bajaran de jiyan dikin 19 milyon kese û nêzîkî 3000 hezar deverên wiha hene.

Di heyamên derbazbûyî de, rayedarên Amerîkayê  bo çendîn caran ragehadine ku, berpirsên rejîma Îslamî a Îranê, bi cihê ku bi fkra dabînkirina hewcehiyên xelkê xwe bin, lê hemû serwet samana welat xercê  girûpên terorîstî dike.