Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekem devreya perwerde û hînkirina endamên Rêkxistina Eşkere ya PDKÎ dawî pê hat

12:42 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia:Beşa Rêkxistina Eşkere ya girêdayî Rêkxistina Giştî ya PDKÎ, yekem devreya perwerdehiyê bi rê ve bir.

Beşa Rêkxistina Eşkere ya girêdayî Dezgeha Rêkxistina Giştî” ya PDKÎ, bi armanca perwerde û hînkirina endamên eşkere yên PDKÎ yên di Herêma Kurdistanê de, ku qonaxa yekem ya karê xwe di heyama derbazbûyî de dest pê kiribû, bi awayekî serkevtiyane ev devreya perwerdehiyê bi dawî anî.

Ev devrane ku bi alîkariya “Navenda Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, û “Dezgeha Perwede û Lêkolînê a hizbê”, bi rê ve diçin, yekem karê perwede û hînkirinê bi beşdariya beşek ji endamên Hizba Demokrat yên di komîta  Zagrosê de bi rê ve bir.

Ev devra pêk hatibû ji du beşên leşkerî ku komek ders û taktîkên taybet yên derheqê xweparastin û hînkirina bikaranîna çekê, herwisa beşa siyasî ya wê jî ku pêk hatibû ji komek ji bas û babetên pêwendîdar bi bingeha karê rêkxrawî, ayînname, erka endamên hizbê, siyaseta hizbê, dîroka hizbê, pêkhata hizbê û guherînkariyên piştî kongireya 16.mîn ya hizbê, herwisa çavaniya mifahwergirtin ji torên civakî bi awayên dirust, siyasetên rejîma komara Îslamî ya Îranê, û bername û esasnameya hizbê.

Ev devra  bi gotina van dersan ji aliyê komek mamostayên şareza, û bi beşdariya çalakane ya endamên beşdar di vê devrê de, roja Çarşemî rêkevta 20`ê Pûşpera 1397`an dawî pê hat.

Di roja bidawîhatina devrê de, bi beşdariya “Tahir Mehmûdî” berpirsê “Dezgeha Rêkxistina Giştî”, “Dara Natiq” berpirsê “Teşkîlata Eşkera ya Hizbê”, û “Luqman Ehmedî” berpirsê “Dezgeha Perwerde û Lêkolînê ya Hizbê”, lewha rêzgirtinê bi kesên beşdar yên di vê devrê de hate dan.

Berpirsê Dezgeha Rêkxistinê tevî spaskirin ji organên alîkar û mamostayan, îşare bi rol û bandora van devran, û erkên endaman piştî van devran kir, û herwisa li ser karê perwerdehî û xwepêgehandinê, û zêdekirina asta hişyarî û zanyariyên endaman pêdagirî kir.