Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn berteka Mihemed Baqirî derheq êrîşa Îsraîlê li ser neftkêşa Îranê

11:59 - 26 Nîsan 2021

Yekemîn berteka rejîmê Îranê derheq êrîşa şeva Yekşemî ya Îsraîlê li ser neftkêşa Îranê. Mihemed Baqirî gef li Îsraîlê xwar û daye zanîn, “eniya berxwedanî” dê bersiva Îsraîlê bide.

Piştî rojek derbasbûn bi ser êrîşa Îsraîlê ya li ser neftkêşa Îranê, Mihemed Baqirî Serokê Stada giştî ya hêzên çekdarên Îranê, gef li Îsraîlê xwar û îdiaya tolhildanê kir û daye zanîn, “emê berjwendiyên Îsraîlê rastî metirsiyê bînin û emê wan bînine ser hiş û paşeroja eniya berxwedanî jî rohn e.”

Baqirî di berdewamiyê de îdia kiriye ku, “Îsraîlî difikirin ku dikarin bo hertimî axa Sûriyê bikin bi armanc û di deriyayan de fitneyan biafirînin û ti bersivekê jî vernegrin.”

Neftkêşeke rejîma Îranê şeva Yekşemî di berava “Baniyas” a Sûriyê de rastî êrîşê hat û di encama wê êrîşê de 3 kes hatine kuştin.

Di mehên derbasbûyî de, Îran û Îsraîlê bi caran gemiyên yektir kirine bi armanc û ew aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de wekî şerê deriyayî tê dîtin.