Berpirsên ewlehiya netewî a Amerîka û Îsraîl li derheq çawaniya rûbirû bûn an berahîk girtina şiltaxiyên rejîma Îranê, hate lidarxistin.
Roja Pêncşemiyê 11ê Adarê, Jîk Salîwan şêwrdarê tenahiya netewî li Koşka Sipî, di gel hevkişê xwe yê Îsraîlî, Me`îr Bin Şibat ciwiya ku mijara danûistandina wan jî, rejîma Îranê bû.
Di demekê de ku rejîma îranê hivîdar bû bi hatina ser kare Jo Baydên Amerîka wegere bo nava Bercamê û aloziyên di navbera wan 2 welatan kêm bin û givaşên li ser Îranê nemînin, bi berewajî şert û mercên dewleta nû a Amerîka bona kontirol kirina îranê zêdetir dibin û ciwîna tenahiya Amerîka û Îsraîl jî bi armanca çawaniya serederî kirin li gel Îranê ye.
Emîlî Horn berdevkê şêwra tenahiya koşka sipî bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Ciwîna tenahiyê di navbera Îsraîl û Amerîka bi sedema nîgeraniya herduk aliyan ji aloziya herêmê ji aliyê Îranê ve ye, û di wê ciwînê de bernama hevpar dikewe ber bas bona rû bi rû bûna egera heçî gefekê ji aliyê rejîma Îranê ve.